Tirsa siyonîstan ji rûpela X'ê ya rêberê şoreşê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351904-tirsa_siyonîstan_ji_rûpela_x'ê_ya_rêberê_şoreşê
Tora civakî ya Xê ku ya Îlan Mask mîlyardêrê amerîkî yê alîgirê Rejîam Siyonîst e, hesabê rêberê giranqedr ê şoreşa Îslamî bi zimanê ibrî hilda.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 28, 2024 15:50 Asia/Tehran

Tora civakî ya Xê ku ya Îlan Mask mîlyardêrê amerîkî yê alîgirê Rejîam Siyonîst e, hesabê rêberê giranqedr ê şoreşa Îslamî bi zimanê ibrî hilda.

 Pêştir medyan ragehandbûn ku Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîst di hevdîtina bi Mask re xwestiye ku bi vê rejîmê re li dijî filistîniyan û alîgirên Filistînê û reşkirina nivîsên wan hevkariyê bike. 

Pêştir eşkerekirina hevkariya Rêxistina îstibarat û ewlehiya navxweyî ya Rejîma Siyonîst( Şîn Bet) û tora civakî ya Facebookê li dijî filistîniyan bibû sedema riswatiya vê tora civakî ya emerîkî ku îdiaya azadiya raderbirînê dikin.