Teqeziya Îranê ser rola Ewrûpa jibo rawestandina nakokiyan li rojavaya Asiyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351717-teqeziya_Îranê_ser_rola_ewrûpa_jibo_rawestandina_nakokiyan_li_rojavaya_asiyayê
Wezîrê karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê hêvî kir Ewropa roleke çalaktir jibo rawestandina nakokiyan li rojavaya Asiyayê hebe.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Çirî 11, 2024 16:03 Asia/Tehran
  • Teqeziya Îranê ser rola Ewrûpa jibo rawestandina nakokiyan li rojavaya Asiyayê

Wezîrê karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê hêvî kir Ewropa roleke çalaktir jibo rawestandina nakokiyan li rojavaya Asiyayê hebe.

Seyd Ebas Eraqçî di hevpeyvîna bi şebekeya îtalî ya Tg3 yê xemsariya welatên ewropî li himber cinaytên Rejîma Siyonîst li rojavaya Asiyayê rexne kir û got: Rejîma Siyonîst heya niha zêdetir ji 42 hezar filistînî şehîd kirine û niha jî divê civaka cîhanî hewl bide ku pêşiya vê yekê bigire.Eraqçî her wiha derbarê çira kesk a Amerîkayê ji bo bersiva bo êrişa mûşekî ya Îranê ji Îsraîlê re got: Ev ne tiştekî nû ye, Îsraîliyan her dem çira kesk ji wan wergirtiye.Eraqçî tekez kir ku em ê bi tundî bersiva her kiryareke rejîma Îsraîlê bidin. Îran nebûye sedema gurrbûna nakokiyan em ji şer natirsin û em daxwaza şêr jî nakin.