Cotmeh 08, 2024 13:50 Asia/Tehran
  • Berteka nûnerê Rûsyê li hember îdiaya ceribandina atomî li Îranê

Nûnerê Rûsyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenayê, sibeha Sêşemiyê îdiayên medyaya welatên rojavayî ya ku li Îranê ceribandina navokî hatiye kirin, red kir.

Mîxayîl Olyanov, nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê, sibeha sêşemiyê îdiayên medyaya welatên rojavayî ya derbarê ceribandina navokî li Îranê red kir.

Di vê derbarê de Olyanov got: Rêxistina Peymana Qedexeya Giştalî ya Ceribandina Navokî, tekez dike ku daneyên qeydbûyî li erdheja herî dawî ya li Îranê bi erdhejên ku berê li vî welatî hatine tomarkirin, hevaheng in û li ser bûyerên erdhejê yên li Îranê yên di 5’ê cotmehê de pêk hatin, hin îdia li ser viya ku îhtimala ceribandinên naokî hene jî hebûn.

Dîplomatê ûris destnîşan kir: Rêxistina Peymana Qedexeya Giştalî ya Ceribandina Navokî, sîgnalên 25 îstgehên xwe analîz kirin û gihîşt wê encamê ku şiklên van pêlên tomarkirî bi erdhejên berê yên Îranê re yek in.