Îlon 28, 2024 14:31 Asia/Tehran
  • Peyama giring a Rêberê Înqilaba Îslamî derbarê bûyerên  vê dawiyê li Lubnanê

Hz.Ayetullah Xamineyî,Rêberê inqilaba Îslamî derbarê bûyerên vê dawiyê li Lubnanê peyameke giring belav kir.

Naveroka peyama Rêberê inqilabê eva ye:Bi navê Xwedayê mezin û dilovanKomkujiya gelê bê berevan li Lubnanê ji aliyekê ve cardin hovîtiya kûçikê har ê siyonîst ji giştan re eşkere kir û ji aliyê din ve, çavtarîtî ûSiyaseta ehmeqane ya rayedarên rejîma talanker îspat kir.Banda terorîst ya serdest a Rejîma Siyonîst ji şerê xwe yê cinayetkarane yê salekê li Xezeyê ders wernegirt.Nekarîn fêm bikin ku komkujiya jin, zarok û sivîlan nikare bandorê li pêkhateya xurt û qahîm ya berxwedanê bike û wê têk bibe.Ew niha heman siyaseta ehmeqane li Lubnanê jî ficeribînin. Cinayetkarên siyonîst bila bizanibin in ku pir piçûktir û lawaztir ji hindê ne ku bikarbin derbeyeke cidî li pêkhateya qahîm a Hizbullaha Lubnanê bidin.Hemû hêzên berxwedanê yên navçê li kêleka Hizbullahê ne û piştgiriyê didin wê.Çarenûsa hêzên berxwedanê ên navçê wê hêzên berxwedanê û di serî de wê Hizbullah diyar bike. Gelê Lubnanê ji bîr nekiriye ku rejîma talanker Dema Beyrût pêpes dikirin eva Hizbullah bû ku piyên wan jêkir û Lubnanê ezîz û serbilind kir, îro jî Lubnan bi alîkariya xwedê wê dijminê xwe yê êrişkar û beres rûreş û poşman bike.Li ser hemû misilmanan ferz û wacib e ku li kêleka gelê Lubnan û Hizbullaha serfiraz bi hemû hêza xwe rawestin û bi wan re bona rawestana li hember rejîma talanker û beres û zalim destekê bidin wan.

Serepeyv