sersaxiyê ya welatên cîhanê bo Îranê
Rayedarên welatên curbicur ên cîhanê bi şandina hin peyaman, ji ber ku hejmareka welatiyên me di encama bûyera li madenê li Tebesê da jiyana xwe ji dest dane, sersaxî dan.
Şemiyê bi şev ji ber belavbûna gaza Mêtanê li du tûnêlên C û B yên Maden Cûyê ya Tebesê, karker bi gazê fetisîn û mixabin di vê bûyerê da 38 kesan jiyan xwe ji dest dan.Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Şorêşa Îslamî û berpirsên din ên Îranê, bûyera tal a teqîna li Tebesê, sersaxî dan malbatên gorîyan û xelkê Îranê.Di eynî demê da wezaretên karên derve ya Tirkiye, Sûriye, Iraq, Mirs, Temmîm Bên Hemed Alê Sanî mîrê Qeterê, Nîkol Paşîniyan, serokwezîrê Ermenistanê, Elêksandêr Lûkaşênko, serokomarê Bilarûsê, Pîtêr Stano, berdevkê payebilind ê YE`yê, Seyîd Emar hekîm, serokê Tevgera Hikmeya Netewî ya Iraqê û welatên din di peyamêîn cida bo Mesûd Pizişkiyan, serokomarê Îranê da, ji ber ku çend kes di vê bûyerê da jiyana xwe ji dest dan, sersaxî dan.