Îlon 20, 2024 19:47 Asia/Tehran
  • Siyonîst li Lubnanê cinayetan pêk tine

Berdevka hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê got: Rejîma Siyonîst bi teqandina pêycêran li Lubnanê astên nû yên cinayet û terora li ber çavên cîhanê danî.

Fatime Muhaciranî berdevka hukûmeta Komara islamiya Îranê roja îniyê amaje bi teqîna pêycêran li Lubnanê kir û got:Rejîma zarokkuj a Siyonîst vê carê jî wek Xezeyê cinayeta xwe li Lubnanê pêk anî û bi şehîdkirina bi dehan welatiyên sivîl û birîndarkirina bi sedan welatiyên Lubnanî bi teqandina pêycêran , astên nû yên cinayet û terorê nîşanî cîhanê da.Muhaciranî di serdana xwe ji Balyozê Îranê li Lubnanê Micteba Emanî ji proseya dermankirina wî agahdar bû û got: Pêycêrên teqiyayî amûra hevpar a ragihandina komkî li Lubnanê di navbera welatiyan de ye û heta xwendevan jî vê amûrê bikar tînin.Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî bi amadebûna li yek ji nexweşxaneyên Têhranê serdana birîndarên êrişa terorîstî ya vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst kir ku bo Îranê hatine veguhestin.