Pezeshkiyan: Bûyera terorîstî ya Lubnanê ciyê şermezariyê bo rojava ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351305-pezeshkiyan_bûyera_terorîstî_ya_lubnanê_ciyê_şermezariyê_bo_rojava_ye
Serokê Komara Islamî ya Îranê bûyera terorîstî ya Lubnanê cihê şermezarîyê ji bo welatên rojavayî bi taybetî Amerîkayê da zanîn.
(last modified 2024-09-18T12:20:16+00:00 )
Îlon 18, 2024 15:49 Asia/Tehran
  • Pezeshkiyan: Bûyera terorîstî ya Lubnanê  ciyê şermezariyê bo rojava ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê bûyera terorîstî ya Lubnanê cihê şermezarîyê ji bo welatên rojavayî bi taybetî Amerîkayê da zanîn.

Mesûd Pizişkiyan serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna îro Çarşemê ya hikûmeta Îranê de,bal kişand ser bûyerên roja sêşemê li Lubnanê û bûyera bi vî rengî ji bo welatên rojava û bi taybet Amerîkayiyan sedema şermê da zanîn ku jibo pêşdebirina armancên xwe ên neînsanî her karekî dikin.Pizişkiyan got: Vê bûyerê carek din nîşan da ku her çend welatên rojavayî û Amerîkî îdia dikin ku li dû agirbesê ne, lê di pratîkê de bi tevahî ji cinayet, kuştin û terorên kor ên Rejîma Siyonîst piştgirî dikin.Wî tekez kir: Çareseriya vê rewşê û qutkirina zincîra zulm û cinayetên Rejîma Siyonîst û piştgirên wê li dijî filistîniyên mezlûm û cîhana islamê, yekîtî û hevgirtina misilmanan û welatên islamî ye.