Îlon 18, 2024 16:48 Asia/Tehran
  • Serokê Komara îslamî ya Îranê: Bûyera terorîstî ya Lubnanê cihê şermezariyê bo welatên rojavayî ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê bûyera terorîstî ya Lubnanê cihê şermezarîyê ji bo welatên rojavayî bi taybetî Amerîkayê da zanîn.

Mesûd Pizişkiyan serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna îro Çarşemê ya hikûmeta Îranê de,bal kişand  ser bûyerên roja sêşemê li Lubnanê û bûyera bi vî rengî ji bo welatên rojava û bi taybet Amerîkayiyan sedema şermê da zanîn ku jibo pêşdebirina armancên xwe ên neînsanî her karekî dikin. 

Pizişkiyan got: Vê bûyerê carek din nîşan da ku her çend welatên rojavayî û Amerîkî îdia dikin ku li dû agirbesê ne, lê di pratîkê de bi tevahî ji cinayet, kuştin û terorên  kor ên Rejîma Siyonîst piştgirî dikin.

 Wî tekez kir: Çareseriya vê rewşê  û qutkirina  zincîra zulm û cinayetên Rejîma Siyonîst û piştgirên wê li dijî filistîniyên mezlûm û cîhana islamê, yekîtî û hevgirtina misilmanan û welatên islamî ye.

Serepeyv