Dadgeha şopandina dosiyeya Minafiqan bi beşdariya Hemîd Nûrî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351277-dadgeha_şopandina_dosiyeya_minafiqan_bi_beşdariya_hemîd_nûrî
Civîna 18`an a dadgeha şopandina tawanên 104 kes ji endamên koma terorîst a Minafiqan, sibeha îro di çiqa 11`an a Dadgeha Yekê ya Cezayê ya Têhranê hate lidarxistin.
(last modified 2024-09-17T10:25:09+00:00 )
Îlon 17, 2024 13:53 Asia/Tehran
  • Dadgeha şopandina dosiyeya Minafiqan bi beşdariya Hemîd Nûrî

Civîna 18`an a dadgeha şopandina tawanên 104 kes ji endamên koma terorîst a Minafiqan, sibeha îro di çiqa 11`an a Dadgeha Yekê ya Cezayê ya Têhranê hate lidarxistin.

Di vê civîna dadgehê, Hemîd Nûrî, welatiyê ku anegorî îdiayên pûç û newekhev ên koma terorîst a Minafiqan di Swêdê da hatibû girtin û muhakimekirin û vê dawiyê vegeriya welêt jî beşdar bû.

Serok û endamên vê koma terorîst cinayetên herî kirêt cih anîne û bi hezaran jin û mêr û zarokên bêsûc kuştin ku qet wê neyên jibûrkiirn, ev koma herwiha di Enfalê da û kuştina Kurdên Iraqê da hevgirtiyê Sedam bû.

Hucetulisîlam welmuslimîn Dêhqanî, dadwerê dosiyê got: Komara îslamiya Îranê wekî Amerîkayê bi behaneya sekinîna li hember terorîsmê, desthilatdarî û û sînorên netewî binpê nake û istandardên newekhev pêk pêk nayîne, belke bê şêwazeka qanûnî, sekinîna li hember terorîsmê dişopîne.