Îlon 16, 2024 19:27 Asia/Tehran
  • Îran: Navendên navokî yên Îsraîlê  gefek dijî aştî û ewlehiya navnetewî ne

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê pêgîrî kir ku xwedûrgirtina Rejîma Îsraîlê ji tevlîbûna li peymana NPT`yê û xwedûrgirtina ji xistina navendên xwe yên navokî di bin çavdêriya Ajansê, gefa dijî aştî û ewlehiya navnetewî ye.

Civîna Giştî 68`an a Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî, îro bi beşdariya nûnerên payebilind ên welatên endam ji wan Komara Îslamiya Îranê li Viyenaya Otrîşê karê xwe destpê kir.Mihemed Îslamî, serokê Saziya enerjiya Atomê ya Îranê di vê civînê da bi pêgîriya li ser vê yekê ku hikûmeta nû ya li Komara Îslamî ya Îranê amade ye danûstandinên kêrhatî û hevkariyên hevpar di asta navnetewî da berfireh bike, got: Nika dinya rastî pirsgirêkên giran û dilnîgerankir ên wek cinayetên Rejîma Siyonîst li Filistînê de rûbirû ye û evî rejîma li Şerrê Xezzê, zêde ji 41 hezar kesî kuşûtine ku para zêde ya wan jin û zarokên bêsûc in hîna jî bi piştevaniya Amerîkayê û hin welatên din, bi rûsortiyê cinayet û jînûsayda xwe didomîne.Serokê Saziya Enejiya Atomê ya Îranê got: Rejîma Îsraîlê herwiha bi terorkirina zanyarên îranî û xirabkariyan û operasiyonên terorîstî, pêşengê teblîxata û şantaja berfire ya dijî bernameya aştiyane ya navokî ya îranê ye.