Iraqçî: Serdana Serokomar bo Iraqê pir serketî bû
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser dawîhatina sefera sê rojî ya serokomarê Îranê bo Iraqê û hevdîtin û şêwirên li vê seferê got: Dîplomasiya giştî ya ecêb a serokomar asoyên nû li ber du welatên Îran û Iraqê vedike.
Seyîd Ebas Iraqçî li ser rûpela xwe ya li tora civakî ya Xê derbarê sefera serokomar bo Iraqê ku yekem sefera derve ya Mesûd El-Pizişkiyan wek serokomarê Îranê bû, nivîsî: Ez kêfxweş im ku di sefera gelek serketî ya Iraqê de min hevrêtiya Dr. Pizişkiyan kir.
Iraqçî got:Dîplomasiya giştî ya ecêb a serokomar asoyên nû li ber her du welatan vedike.Wî her wiha tekez kir, ku serdana 6 bajarên Iraqê li sê rojan, amadebûna Serokkomar li Besrayê û hizûra wî li Herêam Kurdistanê bo cara ewilî,wajokirina 14 peymanên binirx ji destkewtên sefera serokkomarên Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê bûn.