Îlon 13, 2024 07:37 Asia/Tehran
  • Tekeziya Serokomarê Îranê ser berevaniya ji mafên gelê Îranê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina rayedarên partiyên Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê got: Komara Islamî ya Îranê tevî berevaniya ji mafên xwe bi dû aştî û aramiyê ji bo hemî welatên cîhanê ye.

Mesûd Pizişkiyan,Serokê Komara Îslamî ya Îranê  duh di hevdîtina bi komek ji rayedarên partiyên Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê got: dadperwerî  û însaf tê vê wateyê  ku em mafê tu kesî binpê nekin û daxwaza aştî û aramî ji bo hemû gelên cîhanê bikin.

Pizişkiyan bal kişand  ser vê yekê ku  ger diravê ku ji bo kuştina jin û zarokên bêguneh li Zîvala Xezeyê hatine xerckirin ji bo avadankirin û pêşketina li deverên curbicur yên cîhanê bihata xerckirin, gelek  mirovan dikarî jiyanek  baştir hebin û got, yekîtî, hevgirtin û rêzgirtina  li mafê hev bingehê avakirin û xurtkirina ewlehî  û aştiya civakên mirovî ne.

Pizişkiyan şeva Çarşemê  jî di civîna ligel endamên çarçoveya hemahengiya şîeyên Iraqê li Bexdayê, peyama serdana xwe bo Iraqê ragihandina yekrêzî û hevdengiya  di navbera welatên îslamîda zanîn û got, eger welatên îslamî  bibin yek , Amerîka, Ewropa û Rejîma Siyonîst wê bi hêsanî newêrin  misilmanan bombebaran bikin û paşê jî  bi xapandinê li cîhanê îdia bikin  ku ew parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê ne.

Serepeyv