Îlon 08, 2024 19:58 Asia/Tehran
  • Jordaçûna asta ticareta di navbera Îranê û welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Islamî da

Serokê Dayra Gumrikên Komara Islamî ya Îranê ragihand ku asta ticareta bi berhemên neniftî di navbera Îranê û welatên endamê Rêxistina hevkarîya Islamî di 5 mehên buhurî da jorda çûye.

Mihemed Rizwanîfer Serokê Dayra Gumrikên Komara Islamî ya Îranê got: Asta ticareta bi berhemên neniftî di navbera Îranê û welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Islamî di 5 mehên buhurî da ji hêla kêşê va 42.3 milyon ton bûye ku anegorî vê demê ya sala buhurî sedî 10 zêde û geş bûye.Serokê Dayra Gumrikên Komara Islamî ya Îranê ku di eynî demê da Cîgirê Wezîrê Aborê jî ye, amajeyî vê yekê kir ku ji danuistandina ticarî ya bi berhemên neniftî di navbera Îranê û 56 welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Islamî da, qasî 33.6 milyon ton kel û pel hatîye hinardekirin û got: Asta hinardekirina kel û pelên neniftî yên Îranê bo welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Islamî di 5 mehên buhurî da ji hêla kêşê va sedî 8 û ji hêla bihayê va sedî 16 jorda çûye û zêde bûye.Serokê Dayra Gumrikên Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Asta herî zêde ya danuistandina ticarî ya bi berhemên neniftî di navbera Komara Islamî ya Îranê û welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Islamî da, digel Imarat, Tirkîye, Iraq, Pakistan û Ummanê da bûye ku bayê 24 milyard dolar ji asta giştî ya danuistandinê digire ber xwe.