Îlon 08, 2024 19:56 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Islamî ya Îranê dê seredana Iraqê bike

Serokê Komara Islamî ya Îranê yê di yekem seredana xwe ya derve di roja çarşem 11ê Îlonê da seredana Iraqê bike.

Mihemed Kazim Alê Sadiq Balyozê Îranê li Iraqê ragihand ku Mesûd Pêzêşkîyan Serokê Komara Islamî ya Îranê yê di roja çarşem 11ê Îlonê da seredana Bexdayê bike.Wî got ku Pêzêşkîyan yê l igorî gazîkirina fermî ya Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê digel desteyeke pillebilind seredana Bexdayê bike.Li gorî gotina balyozê Îranê yê Bexdayê, Pêzêşkîyan yê seredana Hewlêrê jî bike.Mihemed Kazim Alê Sadiq Balyozê Îranê li Iraqê got ku di seredana Pêzêşkîyan a Bexdayê da bilî hevdîtina digel rayedatên pillebilind, yê liyêkgiheştinameyên ku biryar bûn di seredana Seyîd Ibrahîm Reyîsî serokomarê koçkirî yê Îranê ya Iraqê da bihatana wajokirin, werin îmzakirin.