Pêgirîya Iraqçî ser berdewambûna piştgirîya Îranê ji Libnanê himber destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i350699-pêgirîya_iraqçî_ser_berdewambûna_piştgirîya_Îranê_ji_libnanê_himber_destdirêjîyên_rejîma_sîyonîst
Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê piştî wergirtina dengê pêbawerîyê ji meclisa şêwra islamî ya Îranê, bi rêya telefonê bi Wezîrên Karên Derve yên Sûrîye û Libnanê ra derbara cinayetên rejîma dagirker a sîyonîst û piştgirîya ji Fiilstînê da gotûbêj kir.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Tebax 23, 2024 16:29 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Iraqçî ser berdewambûna piştgirîya Îranê ji Libnanê himber destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê piştî wergirtina dengê pêbawerîyê ji meclisa şêwra islamî ya Îranê, bi rêya telefonê bi Wezîrên Karên Derve yên Sûrîye û Libnanê ra derbara cinayetên rejîma dagirker a sîyonîst û piştgirîya ji Fiilstînê da gotûbêj kir.

Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê di gotûbêja telefonî ya digel Wezîrê Karên Derve yê Libnanê da pêgirî ser helwesta hikûmeta nû ya Komara Islamî ya Îranê ya domandina piştgirîya ji dewlet, gel û berxwedana Libnanê hibmerî destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst kir.Seyîd Ebbas Iraqçî û Ebdullah Bûhebîb herwiha derbara dawîn alûgurên navçeyên yên ji ber berdewambûna cinayetên cengê yên Rejîma Sîyonîst li Filistîn û Libnanê da rawêjkarî kir. Her du alîyan pêgirî ser amadebûna ji bo domandina rawêjkarîyan derbara mijarên bi dilê her du welatan kirin.Iraqçî herwiha bi telefonê digel Feysel Miqdad Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê xeber da û her du alîyan pêgirî ser domandina rawêjkarîyan derbara mijarên bi dilê her du welatan da ji bo xurtkirina peywendîyên dualî û berxwedana hibmerî destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst û piştgirîya ji Filistînê kirin.Iraqçî û Miqdad herwiha gazî hev kirin ku seredana Têhran û Şamê bikin.