Qalîbaf: Armanca Rejîma Siyonîst ramalîna etnîkî ya li Xezzê ye
Serokê Meclisa Şêwra îslamiya Îranê got: Cinayeta bidehşet a Rejîma Siyonîst ya êrişa ser dibistana El Tabê`înê ya bajarê Xezzê, vîna şeytanî ya vê rejîmê ji bo ramalîna etnîkî li Zîvala Xezzê nîşan dide.
Mihemedbaqir Qalîbaf di peyamekî da bo serokên meclisên welatên curbicur ên cîhanê li bara cinayetên siyonîstan yên êrişa ser Zîvala Xezzê da got: Berdewamiya cinayetên berfireh û êrişa bi qesd a ser welatiyên bêsûc ên filistînî bi derbasbûna 10 mehan ji êrişa hovane ya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê, nebûna vîna siyasî ya rejîma dagirkir û kirêt a Siyonîst ji bo bidawîanîna vî şerê kawilkir û dewama karesata mirovî ya li Xezzê nîşan dide.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê destnîşan kir, yek ji dûhatên bêdengiya civatên navnetewî li hember cinayetên berdewam ên Rejîma Siyonîst eva ye ku ev rejîma narewa ne tenê ti sînorek ji bo dewama karên xwe yên kirêt nas nake, belke bi guherîna rastiyan û bi alîkariya hin hêzxurtan li dû asayîkirina cinayet û jînûsayda biarmanc li Xezzê ye.
Serokê Meclisa Şêwra îslamiya Îranê ji civata cîhanî û hemû azadeyên cîhanê bi taybet serokên hêja yên Meclisan xwest bi şermezarkirina tund a cinayetên rejîma dagirkir a Îsraîlê, berpirsyariyên xwe yên navnetewî, exlaqî û mirovî li bara piştgîriya ji netewê mezlûm ê Filistînê cih bînin û ji bo sekinandina kuştina sivîlên filistînî hewl bidin.