Tebax 13, 2024 17:26 Asia/Tehran
  • Pêzêşkiyan: Piştevaniya welatên rojavayî ji Îsraîlê ewlehiya navçe û cîhanê xistiye metirsiyê

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Bêdengîya civaka cîhanî li hember cinayetên bêmînak û dijî mirovî yên Rejîma Siyonîst û piştgirîya hin welatên rojavayî ji vê rejîmê, kiryareka berevajî pîvanên navneteweyî û teşwîqkirina berdewamîya cinayet û gefa dijî aştî û ewlehiya navçe û cîhanê ye.

Mesûd Pêzêşkiyan di pêwendiyeke telefonî de ligel Kêr Starmêr, serokwezîrê Ingilîsê, ragihand ku li gorî raya Komara Îslamî ya Îranê, şer li ti devera cîhanê ne di berjewendiya ti welatekî de ye û bersiva cezakirina êrişkiran wek mafê qanûnî yê welatan û rêbazek ji bo rawestandina cinayet û destdirêjkeriyê ye.

 Serokê Komara Islamî ya Îranê her wiha pêşwaziya başkirina asta peywendiyên her du welatan û destpêkirina muzakireyên navokî kir û mercê serkevtina van gotûbêjan, cihanîna hemî sozên aliyan da zanîn. Kêr Starmêr, serokwezîrê Ingilîsê jî bi pêgîriya li ser bidawîhatina şerê Xezzê û destpêkirina bilez a alîkariyên ji bo gelên vê navçê, daxwaza alîkariyên zêdetir ên Îranê di vî warî de kir.

Serokwezîrê Îngilîsê amadetiya vî welatî ji bo berfirehkirna peywendiyên bi Komara Îslamiya îranê re di dewra nû da ragihand û hêvîdariya xwe diyar kir ku balyozên nû yên dû welatan demlidest pêisşartiyên xwe destpê bikin.