Hinardekirina zêdetir ji 17 hezar kelûmelên pizîşkî yên Îranê bo 50 welatan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i350424-hinardekirina_zêdetir_ji_17_hezar_kelûmelên_pizîşkî_yên_Îranê_bo_50_welatan
Kompaniyeka zanistbingeh a îranî zêdetir ji 17000 kelûmelên pizîşkî yên xweçêkirî hinardeyî 50 welatan kir.
(last modified 2024-08-16T10:39:30+00:00 )
Tebax 13, 2024 13:51 Asia/Tehran
  • Hinardekirina zêdetir ji 17 hezar kelûmelên pizîşkî yên Îranê bo 50 welatan

Kompaniyeka zanistbingeh a îranî zêdetir ji 17000 kelûmelên pizîşkî yên xweçêkirî hinardeyî 50 welatan kir.

Riza Yeqûbzade, birêvebirê vê kompaniya zanistbingeh a îranî got: vê kompaniyê kariye Îranê di warê dîzaynkirin û çêkirina alavên pizîşkî yên pêşketî de ji girêdayîbûna tam xilas bike û Îranê bike hinardekarê van berhemên pêşketî bo Ewropa, Asya, Afrîqa û Amerîkaya Başûr.

Yeqûbzade herwiha got: Ev kompaniya zanistbingeh a îranî ji 15 salan berî nika ve bi mebesta bêbandorkirina encamên boykotan, dest bi çêkirina alavên pizîşkî li Malêzyayê kir ku di dewamê da berhemanîna di bin lîsansê li Bilarûsê û di van salên dawiyê da berhemanîna li welatê Swêdê destpê kirin û di sala 2019`an de xetên berhemanîna berheman li Tirkiye, Iraq û Endonezyayê hatine vekirin.