Hinardekirina zêdetir ji 17 hezar kelûmelên pizîşkî yên Îranê bo 50 welatan
Kompaniyeka zanistbingeh a îranî zêdetir ji 17000 kelûmelên pizîşkî yên xweçêkirî hinardeyî 50 welatan kir.
Riza Yeqûbzade, birêvebirê vê kompaniya zanistbingeh a îranî got: vê kompaniyê kariye Îranê di warê dîzaynkirin û çêkirina alavên pizîşkî yên pêşketî de ji girêdayîbûna tam xilas bike û Îranê bike hinardekarê van berhemên pêşketî bo Ewropa, Asya, Afrîqa û Amerîkaya Başûr.
Yeqûbzade herwiha got: Ev kompaniya zanistbingeh a îranî ji 15 salan berî nika ve bi mebesta bêbandorkirina encamên boykotan, dest bi çêkirina alavên pizîşkî li Malêzyayê kir ku di dewamê da berhemanîna di bin lîsansê li Bilarûsê û di van salên dawiyê da berhemanîna li welatê Swêdê destpê kirin û di sala 2019`an de xetên berhemanîna berheman li Tirkiye, Iraq û Endonezyayê hatine vekirin.