Tebax 12, 2024 09:16 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Pîvanên newekhev û bi dûrûtî yên Amerîkayê bûye sedema hovîtî û serhişkiya Rejîma Siyonîst

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Pîvanên dualî yên Amerîka û hin welatên rojavayî, Rejîma Siyonîstî di warê teror û cinayetên hovane li zîvala Xezeyê û herwiha li welatên navçê jî hartir û serhişktir kir.

Mesûd Pizişkiya, Serokê Komara Islamî ya Îranê  li peywendiya telefonî digel Şaerl Mîşêl serokê Konseya Ewropayê, tekezî seristqrara pergala  çend cemseriyê li cîhanê, siyaset û kiryarên Emerîkayê di warê zexta ser welatên mîna  Komara Îslamî ya Îranê û hewla jibo  bêparkirina wan ji hemû maf û berjewendiyên xwe wek hewldana Amerîkayê ji bo  girtina pêşiya istiqrara pergala nû ya cîhanî û yek ji astengên li pêşiya bidestxistina aramî û aştiyê li cîhanê da zanîn.

Pizişkiyan her wiha wek berteka  hember daxwaza Serokê Konseya Ewropayê  ji bo destpêkirina hevdîtinên derbarê rêketinama navokî,  hebûna baweriyê û dabînkirina berjewendiyên hevpar wek bingehê vê rêketinê nirxand û got ku eger her du alî hemû sozên xwe pêk bînin û bawerî pêk were,  ji bilî vejiyandina rêketina Navokî, em dikarin derbarê mijarên din ên di navbera her du aliyan jî  gotûbêjê bikin.

Şarl Mîşêl jî hêvîdariya xwe jibo destpêkirina pêwendiya bi bandor di navbera Îran û Yekîtiya Ewropayê de li ser bingeha dabînkirina berjewendiyên dualî û rakirina astengên li pêşiya têkeliyên berfirehtir di navbera  her du aliyan de  da diyar kirin  û  ser daxwaza welatên ewropî ji bo jordebirina asta peywendiyên digel Îranê teqez kir.

Serepeyv