Lidarxistina komîteya rakirina duberekiya nijadî li Jinêvê bi beşdariya şandeke îranî
Civîna 113`an a Komîteya Çavdêriya ser konvansiyona rakirina hemû şiklên duberekiya nijadî her cure cudahiyên nijadî li Jinêvê, 17 û 18`ê vê mehê li Jinêvê bi amadebûna şandeke Îranê bi serperestiya nûnerê Îranê li NY li Jinêvê hat lidarxistin.
Endamên şanda Îranê li vê hevdîtinê ser dawîn destkeft kiryara Komara îslamî ya Îranê di warên curbicur ên rakirina duberekiyê bi taybetî tedbîrên li ser yasa û siyasetê, rakirina mehrûmiyetê li navçeyên xizan û kêmderhat û rakirina duberekiyê ji wan di warê perwerde, kar û tenduristiyê de bo etnîk û kêmîneyên olî yên welatê me, tedbîrên jibo piştgiriyê ji aliyê hikûmet û welatiyên welatên cîran rawestana li himber her cure bêrêziya li ol û komên etnîkî, qedexekirina kîn û nefretê. Rewacdana çanda sazişê li nav qewm û etnîkan û kêmîneyên olî, destkeftên welêt di warê jinan û mijarên din gotûbêj kirin.
Elî Behreynî, Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li nivîsgeha Ewropayê ya NY li Jinêvê û serokê şanda îranî ya beşdar di vê hevdîtinê de, ser îradeya Komara Îslamî ya Îranê bo jinavbirina duberekiya nijadî û xurtkirina çanda saziş û nermatiyê bi taybetî li ser nêrîna hikûmeta bijartî ya Îranê teqe kir.
Wî got ku tevî boykotên navborî, tedbîrên baş ji aliyê welatê me ve di warê geşatiya aborî de ji wan li navçeyên mehrûm û xizan ji koçberan û welatiyan piştevanî hatiyekirin.