Tebax 04, 2024 20:47 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Urdinê û  sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê îro bi Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê ra hevdîtin pêk anî.

Eymen Sefdî Wezîrê Karên Derve yê Urdinê ku bi merema hevdîtina tev rayedarên îranî îro hat Têhranê, bi Elî baqirî Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.Eymen Sefdî Wezîrê Karên Derve yê Urdinê dîyar kir ku di vê seredanê da peyama Ebdulayê Duyem Paşayê Urdinê gîhand Mesûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê û ragihnd ku bi Elî Baqirî Sergêrê Wezareta karên Derve ya Îranê ra jî basa rewşa navçeyê û Xezzeyê û pêşxisitna peywendîyên her du welatan kir. Seredana Eymen Sefdî ya Têhranê di halekî da ye ku wî di 48 saetên buhurî da jî 2 caran bi rêya telefonê digel Elî Baqirî Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê ra qise kiribû.Baqirî jî di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Urdinê da bal kişand ser pêwîstîya bersivdayîna himberî cinayetên Rejîma Sîyonîst û pêgirî ser pêşxistina peywendîyên her du welatan kir û got: Komara Islamî ya Îranê yê qanûn û dadê bêyî kêmasî û nermî himberî rejîma navxerab û cinayetker a sîyonîst bi cih bîne.Eymen Sefdî jî cinayeta Rejîma Sîyonîst a terorkirina Ismayîl henîye li axa Îranê û binpêkirina serwerîya netewî û yekperçetîya axa Komara Islamî ya Îranê şermezar kiribû.

Serepeyv