Tebax 02, 2024 19:10 Asia/Tehran
  • Baqirî: Bila YEyê bi zirdayîna ser Rejîma Sîyonîst pêşîya berdewambûna cinayetên wê bigire

Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di gotûbêja digel Berpirsê Sîyaseta Derve ya YEyê da got: Baqirî: Bila YEyê bi zirdayîna ser Rejîma Sîyonîst pêşîya berdewambûna cinayetên wê bigire.

Elî Baqirî Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di gotûbêja telefonî ya digel Cozif Borril Berpirsê Sîyaseta Derve ya YEyê da got: Kiryara terorîstî ya Rejîma Sîyonîst a şehîdkirina Ismayîl Henîye li Têhranê, bilî destdirêjîya ser yekperçetîya axê ya Komara Islamî ya Îranê û binpêkirina serwerîya netewî ya Îranê, bûye sedema ku aştî û istiqrara navçeyî û navdewletî bikeve ber xeterê û Îran bê guman yê mafê xwe yê zatî û rewa ji bo cezakirina koma cinayetker a sîyonîst bi kar bîne.

Wî herwiha got: Bêdengmayîna Ewrûpayê himberî şerûtîyên sîyonîstan li Yemen û Libnanê bûye sedema handana vê rejîmê ji bo domandina destdirêjkerîyên xwe ku di encama wan da yê istiqrar û aştîya herêmê bikeve ber xeterê.

Cozif Borril Berpirsê Sîyaseta Derve ya YEyê jî di vê gotûbêja telefonî da pêgirî ser mafê rewa yê Komara Islamî ya Îranê yê berevanîya ji serwerî û yekperçetîya axa xwe kir û derbara tundbûna gêreyê û destpêbûna şerekî tam li navçeyê û dûhatên wî şerî ji bo gelên herêmê da dilnigeranbûna xwe dîyar kir. 

 

Serepeyv