Hevdîtina serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê re
Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê bi Nêçîrvan Barzanî re di roja duyem a sefera xwe ya bo Têhranê da hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku duh ji bo beşdariya li merasima sondxwerinê ya dewra 14`an a serokomartiyê, seredana Têhranê kiribû, îro bi Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî. Qalîbaf di vê hevdîtinê da got: Ez hêvîdar im bi hevkariya hemû welatên cînar û îslamî em bikaribin karên pêwîst ji bo geşkirina peywendiyan û alîkariya li mijarên çandî, civakî, ewlehî, aborî û aştiya mayinde cih bînin.Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê di vê hevdîtinê da ji bilî sipasiya ji ber vexwendina Herêma Kurdistana Iraqê ji bo beşdariya li merasima sondxwerinê, got: Hemû dizanîn ku ji ber hebûna rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî û rêbertiya ya hişmendane ya wî û berpirsên Îranê piştî bûyera tal a şehadeta serokomar, mesele bi hêsanî li Îranê pêşda diçin. Wî ji bilî sersaxiya ji ber şehîdbûna Îsmaîl Heniye, got: Ew kesekî aştîxwez û alîgirê axiftin û gotûbêjê bû lê Rejîma Siyonîst divê bizanibe bi van karan rêya karewana Berxwedanê wê berdewam be û wê mafên gelê Filistînê werin şopandin.