Rêberê Înqilabê: Îro alaya herî bilin a Îslamê di destê xelkê Xezzê da ye
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi rêzgirtina ji mêrxwasiyên xelkê mezlûm û bihêz ê Xezzê, got: Îro alaya herî bilin a Îslamê di destê xelkê Xezzê da ye.
Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, roja Sêşemiyê li hevdîtina bi Îsmaîl Heniye, serokê polîtboroya Hemasê û Ziyad Nexale, sersekreterê Cîhada Îslamî ya Filistînê, bi rêzgirtina ji xweragirî û berxwedana kêmînak a xelkê mezlûm ê Xezzê pêgîrî kir: Îro rojê alaya herî bilind a Îslamê di destê gelê Filistînê û xelkê Xezzê da ye û bi bereketa vê berxwedanê rê ji bo belavbûna zêde ji berê ya Îslamê xweş bûye.
Hezretê ayetullah Xamineyî pêgîrî kir: Sedema sereke ya mezinatiya Berxwdanê, xelkê Xezzê û Perrava rojava ne û em hêvîdar in xelkê Filistînê û hêzên Berxwedanê alîkarî û piştgîrîr û mîzgîniyên îlahî werbigirin.
Serokê polîtboroya Hemasê herwiha got: Duh roja 300`an a şerrê Xezzê bû û Berxwedan gihîştiye qonaxeka hestyar û dîrokî ku xelkê Filistînê û hêzên Berxwedanê divê qaremanî û serkevtina xwe misoger bikin.
Sersekreterê Cîhada Îslamî ya Filistînê jî got: Beşdariya hevpar a serokên Hemas û Cîhada Îslamî li Têhranê nîşaneyek sembolîk ji yekbûna hêzên Berxwedanê li Filistînê ye û bi bereketa vê yekbûnê, hevahengî û hevkarî di nava bereya Berxwedanê ya li navçê jî di rewşa xwe ya herî baş da ye.
Hezretê ayetullah Xamineyî li hevdîtina bi Nîkol Paşîniyan, serokwezîrê Ermenistanê û taxima pê re got: Komara Îslamiya Îranê rêya zengzorê ser zirara Ermenistanê dizane û hîna jî li ser helwêsta xwe ye. Serokwezîrê Ermenistanê jî di vê hevdîtinê da bi diyarkirina kêfxweşiya xwe ji ber peywendiyên ber bi zêdebûnê ve ya du welatan got: Ermensitanê bi caran ragihandiye ku ti rêyeka derveyî navçê li nav axa xwe qebûl nake. Serokwezîrê Ermensitanê, peywendiyên di navbera Têhran û Êrewanê stiratêjîk dan zanîn û kêfxweşiya xwe ji ber berfirehbûna peywendiyên di navbera du welatan da nîşan da û berdewamiya vê pêvajoyê girîng nirxand.
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina bi Îmamelî Rehman, serokomarê Tacîkistanê, li ser pêwîstiya hevkariya di navbera Îran û Tacîkistanê ji bo parastin ûş berfirehkirina zimanê farsî pêgîrî kir. Hezretê ayetullah Xamineyî bi sipasiya ji karên serokomarê Tacîkistanê ji bo berfirehkirina zimanê Farsî, hêvîdariya xwe diyar kir ku xeta kevnar a Farsî jî li Tacîkistanê belav bibe.