Merasima sondxwarinê ya serokomarê Îranê dê sibê li meclisê were lidarxistin
Merasima sondxwarinê ya serokomarê Îranê yê siet 4ê piştî nîvro li meclisa şêwra islamî bi beşdarbûna zêde ji 70 desteyên bîyanî were lidarxistin.
Merasima sondxwarinê ya serokomarê Îranê yê siet 4ê piştî nîvro li meclisa şêwra islamî bi beşdarbûna zêde ji 70 desteyên bîyanî li asta serokomar, serokwezîr, serokparliman, cîgirê serokomar, cîgirê serokwezîr, Wezîrê Karên Derve, balyoz û rêxistinên navnetewî û herêmî were lidarxistin.
Biryar e ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê jî ji bo beşdarbûna di merasima sondxwarina Mesûd Pêzêşkîyan serokomarê Îranê da, sibê bigihêje Têhranê.
Merasima erêkirin û rêpêdayîna bo destpêkirina erkê ya serokomarê Îranê bi destê rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî jî duh bi aamdebûna rayedarên welatên curbicur li Têhranê hat lidarxistin.
Merasima sondxwarina Mesûd Pêzêşkîyan yê bi awayê zindî ji televîzyonên Îranê were weşandin û zêde ji 600 nûçegîhan, kameramen û fotogiraferên medyayên navxweyî û bîyanî dê bala xwe bidin ser vê merasimê û nîşan bidin.