Tîrmeh 21, 2024 17:14 Asia/Tehran
  • Amadebûna serokomarê Îranê di civîna aşkera ya Meclisa Şêwra Îslamî

Serokomarê Îranê bi amadebûna li civîna aşkera ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê li ser çareserkirina pirsgirêkên xelkê bi rêya hevahengî, hevfikrî û hevdiliyê pêgîrî kir.

Mesûd Pizişkiyan got: Divê em bi hev re hevkariyê bikin ta ku bikaribin bi hevahengî, hevdilî û hevfikriyê ji qeyranên ku ji bo me hatine çêkirin û pirsgirêkên ku hene, derbas bibin, vê rêyê bidin ber xwe û pirsgirêkên xelkê çareser bikin. Serokomarê bijartî yê Îranê li bara hilbijartina serokomartiyê ku vê dawiyê hat lidarxistin da got: Xelkê Îranê tevî teblîxata ji bo boykotkirina dengdayînê, hatine ber sîndûqan û misteka qahêm li devê wan neyaran dan ku li nav û derveyî welêt rûniştibûn û dijî dengdanê teblîx dikirin.

Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê jî piştî axiftina serokomar ji bilî sipasiya ji birêz Pizişkiyan ji ber amadebûna li Meclisê got: Hilbijartina serokomartiyê ku bi awayeka lez hate lidarxistin, bi zelalî nîşan da ku nizama Komara Îslamiya Îranê, bi awayeka kûr bawerî bi beşdariya gel heye.

Qalîbaf herwiha di pişkeka din a axiftina xwe de amajeyî cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyên li ZÎvala Xezzê kir û got: Ev rejîma di van rojên dawiyê da, êrişa ser sivîl, dibistan û binavahiyan giran kiriye û zêde ji berê xwe ber tengasiyan re dibîne.