Tîrmeh 18, 2024 17:10 Asia/Tehran
  • Rexneya Îranê ji pîvanên newekhev ên welatên rojavayî derbarê cinayetên Rejîma Siyonîst

Sekreterê Erkantiya Mafên mirovan a Îranê hilêxistina îdiayên derbarê raporterê taybet ê NY di karûbarên Filistîna dagirkirî û pîvanên newekhev derbarê raportêrên taybet ên vê saziya navneteweyî rexne kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Kazim Xerîbabadî, Sekreterê Erkantiya Mafên mirovan a Îranê wek berteka li himber îdiayên hilêxistî derbarê raporterê taybet ê NY di karûbarên Filistînê de got: Dijminên mirovahiyê, bi îdiaya alîkariya 20 hezar dolarî ya saziyên alîgirê tevgera Brxwedana Îslamî ya Filistînê( HAMAS) bo Françêska Albanz, raporterê taybet ê NY di karûbarên Filistînê  li dû fetisandina tenha dengê ku cinayetên Rejîma Siyonîst eşkere dike ,ne. 

Françêska Alnbanz, parêzer û mafzanê îtalyayî ji Gulana 2022an ve wek raporterê tyabet ê NY di warê mafên mirovan li erdên dagirbûyî de xebatê dike.

Sekreterê Erkantiya Mafên mirovan a Îranê û alîkarê karûbarên navnetweyî yê Teşkîlata Dadweriya Îranê pêştir jî di nameyekê bo Omer Zenîber, Serokê Konseya mafên Mirovan û Volkêr Turk Komîserê bilind ê mafên mirovan a NY bi şermzarkrina êrişa Rejîma Siyonîst  ser kampa  awareyên filsitînî li zîvala Xezeyê, daxwaza lidarxistina civîna taybet a Konseya Mafê Mirovan jibo hilkolandina  van cinayetan û amadekirina bernameyeke taybet û nû jibo tomarkirin û komkirina belgeyên binpêkirinên berfireh û cidî yên mafên mirivan û cinayeta dijî mirovahiyê û jînosayda  Îsraîlê kiribû.

 

 

منبع خبر

Serepeyv