Baqirî di hevdîtina ligel Lavrov de: Êrişên Israîlê çavkaniya gurbûna nakokiya li navçê ye
Elî Baqirî, Sergêrê Wezareta karên Derve ya Îranê li hevdîtina digel Sergey Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê, ser pêwîstiya girtina pêşiya dewama cinayet û êrişên siyonîstan li dijî gelê mezlûm ê Xezeyê di zûtirîn dem de teqez kir û got: xemsariya li himber vê mijarê û berfirehbûna êrişên rejîmê dibin sedema guurbûa nakokî û qeyrana navçê.
Elî Baqirî, Sergêrê Wezareta karên Derve ya Îranê û Sergey Lavrov Wezîrê karên Derve yê Rûsiyê, êvara sêşemê li gor dema herêmê li avahiya NY li New Yorkê bi hev re civiyan û derbarê rewşa dawî ya hevkariyên dualî û mijarên herêmî gotûbêj kirin.
Baqirî bal kişand ser pêşkertinên vê dawiyê yên hevkariyên dualî yên Komara Îslamî ya Îranê û Federasyona Rûsiyê û demajoya pêşdeçûna peywendiyên dualî di riya rast de nirxand û hêvî kir ku pêvajoya karûbarên qanûnî yên yekalîkirina belgeyên girîng di rojeva hevkariyên dualî bi taybetî rêketinama hevkarîya stratejîk ya giştalî û lihevhatinên hevkariyê yên di navbera her du alîyan bi taybetî bikaranîna zirûfa Komara Îslamî ay Îranê di warê tranzîtê de bi zûtirîn dem bighêje encamê.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî cardinê lidarxistina serkevtî ya hilbijartinên serokomariyê li Îranê pîroz kir û kêfxweşiya xwe ji pêvajoya hevkariyên dualî ad diyar kirin û got ku rêberên Rûsiyê jibo pêşdebirina mijarên di rojevê de bi Îranê re hewl didin.