Berteka Îranê li hember bûyera gulleavêtinê li merasima tazîdariyê li Umanê
Tîrmeh 16, 2024 20:13 Asia/Tehran
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bûyera gulleavêtinê li merasima tazîdariyê li Uamnê şermezar kir.
Nasir Kenanî wek berteka li hember bûyera duh şev ya gulleavêtina li merasima tazîdariya Seyêdulşuhedayê li Mesqetê da ku bû sedema şehadeta 5 kesan û birîndarbûna 15 kesan, ev karê ku bêtifaqiyê cê dike şermezar kir û piştgîriya Komara Îslamiya Îranê ji hikûmet û xelkê paşatiya Umanê li hember liv û tevgerên ku nakokiyên çê dikin, ragihand.Berdevkê wezareta karên derve ji Xwedê Teala ji bo şehîdên vê bûyerê, rehmet û gihîştina li dereceyên herî jorîn xwest û ji bo malbatên wan sebr û hedar xwest.