Tîrmeh 15, 2024 09:06 Asia/Tehran
  • Mesûd Pizişkiyan: Xalên hevbeş di navbera her du gel û welatên Îran û Yemenê dîrokî û kûr in

Serokomarê bijartî yê gelê Îranê got: Xalên hevbeş di navbera du gelû welatên Komara Îslamî ya Îranê û Yemenê dîrokî û kûr in û hikûmeta 14`an dê ser bingeha van xalên hevbeş li pey geşepêdana giştalî ya peywendiyan be.

Mesûd Pizişkiyan,Serokomarê bijartî yê Îranê êvara Yekşemê li bersiva peywendiya telefonê ya serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê,pesna  biryara wêrekane ya rêberên Yemenê ji bo piştgiriya  ji mafên gelê mezlûm yê Filistînê da û got: Çawa ku nifşên paşerojê  dê lomeya bêhelwêstiya hin dewletan li hember gelê Filistînê bikin dê piştevaniya gelê Yemenê ji filistîniyan dê her dem wek gewherek bibiriqe û were dîtin.

Serokomarê bijartî yê Îranê her wiha bingeha hemû bûyerên tal û diltezîn li navça rojavaya Asyayê siyasetên wêranker ên rojava û hebûna Rejîma Siyonîst zanî.

Mehdî El-Meşat serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê di vê pêwendiya telefonî de got: Serkeftina gelê Îranê serketina hemû netewên mezlûm  û istûxwarên cîhanê û tevgera berxwedanê ye.

 

Serepeyv