Tîrmeh 11, 2024 20:12 Asia/Tehran
  • Berteka Wezareta Derve ya Îranê li himberî  daxûyaniya rayedarên NATOyê

Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê wek berteka li himberî beşeke daxûyaniya civîna rayedarên NATOyê li Waşengtonê got: Komara Islamî ya Îranê îdiaya di daxûyanîya dawiyê ya civîna rayeadrên NATO`yê li Waşengtonê de derheq alîkariya leşkerî ya Îranê bo Rûsiyê li şerê Ukraynê tam bêbingeh û bi mebestên sîyasî dizane û wê red dike.

Kenanî got ku mixabin tiştê ku em li Ukraynê dibînin encama siyaset û kiryarên bi tehrîk ên NATOyê bi serkêşiya Amerîka ye û hîna jî berdewam dike.Wî got: Çawa ku me gelek caran ragihandiye, her hewldanek ji bo girêdana şerê Ukraynê bi hevkariya dualî ya Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê, kiryarek bi xerez û siyasî û bi armanca rewanîşandayîna destêwerdan û berdewamiya alîkariyên çekdarî yên welatên rojavayî bo Ukraynê ye.Kenanî teqez kir: Stratejiya Komara Îslamî ya Îranê hertim hewildana jibo rola kêrhatî ya dabînkirina ewlehiyê li navçê û cîhanê de bûye û di kêşeya Ukraynê de jî ti carî Îranê xwefir nedane Rûsiyê û Îranê her tim ser çareseriya siyasî ya vê qeyranê û pêknaîna aştiyeke mayînde teqez kiriye.

Serepeyv