Tîrmeh 06, 2024 17:43 Asia/Tehran
  • Rayedarên welatên curbicur pîrozbayî li serokomarê nû yê Îranê kirin

Piştî ku Mesûd Pêzêşkîyan bi gerra duyê ya dewra çardan a hilbijartina serokatîya Komara Islamî ya Îranê da bi pirranîya dengan ser ket, rayedarên welatên curbicur bi peyaman pîrozbayî lê kirin

Serok û rayedarên welatên curbicur ên cîhanê ji wan Viladimîr Pûtîn Serokomarê Ûrsêtê, Serokomar û Serokparlimanê Pakistanê, Wezîrê Karên Derve yê Venezoelayê, Serokomarê Azerbaycanê, Serokomarê Iraqê, Rêberê Bereya Himeya Netewî ya Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokomarê Sûrîyê, Paşayê Ummanê, Serokomarê Bilarûsê, Serokomarê Tacîkistanê, Mîrê Kuweytê, Rêxistina Hevkarîya a Şanghayê di peyamên xwe da bijartina Mesûd Pêzêşkîyan wek serokomarê Îranê lê pîroz kirin. Paşa û Paşmîrê Erebistanê jî bijartina Mesûd Pêzêşkîyan wek Serokê Komara Islamî ya Îranê lê pîroz kirin.Şî Cîn Pîng Serokomarê Çînê, Hemed Bin Îsa Alê Xelîfe Paşayê Behreynê, Nîkol Paşînîyan, Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê, Muhsin Mendelawî Serokê Demkî yê Meclisa Iraqê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di peyamên xwe da pîrozbayî li Mesûd Pêzêşkîyan kirin.Di peyama Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da hatîye: Em hêvîdar in hevahengîya her du alîyan ser esasa cînaretî, rêzgirtin û berjewendîyên dualî were kûrkirin.Mesrûr Barzanî di peyama xwe da pêgirî kirîye ku Îran cînarekî girîng ji bo Herêam Kurdistanê û Iraqê ye.Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyameke bo Mesûd Pêzêşkîyan da got: Ez bijartina wî wek serokomarê Îranê li rêzdar Mesûd Pêzêşkîyan pîroaz dikim û em bimuştaqî çaverêyê pêşşxistin û berfirekirina peywendîyên dostane û dêrîn û doman

Serepeyv