Hezîran 29, 2024 19:19 Asia/Tehran

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya Îranê berevanên tirbên Ehli Beytê (S), rizgarkerê Îran û herêmê ne

Hezretê Ayetullah Xamineyî di hevdîtina tev endamên Dezgeha Lidarxistina Kongireya Navnetewî ya Şehîdên Berxwedanê û Berevanên Tirbên Ehli Beytê (S), berevanîya ji tirbên ehli beytê (S) dîyardeyeke matmayîker û girîng û yek ji nîşaneyê hizra pergala Komara Islamî ya Îranê derbara cîhanê da zanî û pêgirî kir: Pişikdarbûna ciwannê ji miletên curbicur di koma Berevanên Tirbên Ehli Beytê (S) da nîşan da ku Şoreşa Islamî tevî derbasbûna zêde ji 40 salan, şîyana jinûve-afirandina coş û hemaseya di destpêka şoreşê da heye. 

Hezretê Ayetullah Xamineyî nîşandayîna şîyana Şoreşa Islamî di jinûve-afirandina coş û hemaseya zatî ya xwe di destpêka şoreşê da yek ji ber u layên hereketa berevanên tirbên ehli beytê (S) zanî û got: Amadebûna ciwanên ku Imam Xumêynî (RE) û dewrana berevanîya pîroz nedîtibûn ji bo berevanbîya ji tirbên ehli beytê (S), şîyana ecêb a Şoreşa Islamî ya jinûve-afirandina hest û vînên dînî û şoreşgêrîyê yên di 40 salên buhurî da nîşan dide.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî amadebûna têkoşerên berevanê tirbên ehli beytê (S) li welatên ku dijmin plannê zef bitaluke ji bo wan darêştibû, ji nîşaneyên hizra Şoreşa Islamî derbara cîhanê da ye û got: Dijmin bi plana xwe dil hebû bi dagirkirina navçeyê û bi awayê hevgav zextên aborî û asîyasî û herwiha zextên bawerî û mezhebî ser Îranê da, pergala islamî ji nav bibe lê, komeke ciwanên ehlê îmanê, bi navendbûna Komara Islamî, ew plana pirrxerc a zorbêjan têk şikandin û pûç kirin.

Wî amajeyî nasnama tundrewî, dilreqî û dermirovî ya rêxistina terorîst a DAIŞê û komên hevdengê wê ku bi piştgirîyên darayî û propagandeyî yên Amerîakyê û welatên roajvayî pêk hatibûn kir û got: Armanca ji pêkanîna vê rêxsitinê, tevlihevkirina rewşa herêmê nemaze ya Îranê bûlê, berevanên tirbên ehli beytê (S) ew xetera mezin jî pûç kirin. 

Hezretê Ayetullah Xamineyî pêngava xwendekarên zanîngehên Amerîkayê ya berevanîya ji gelê Xezzeyê mînakeke hebûna wîjdanên pak l idinyayê zanî û got: Girîng ev e ku ev peyema berevanîya ji tirbên ehli beytê (S) ku di rastîyê da berevanîya ji arman û dozên merivantîyê ye, bigihîje guhê wîjdanên pak li cîhaên. 

Serepeyv