Hezîran 27, 2024 20:23 Asia/Tehran
  • Seyîd Hesen Nesrullah di çilleyê şehîd Reyîsî û hevrêyên wî da careka din sersaxî da gelê Îranê

Sersekreterê Hizbullaha Libnanê di çilleyê şehîd Ayetullah Reyîsî û hevrêyên wî da careka din sersaxî da gelê Îranê.

Seyîd Hesen Nesrullah Sersekreterê Hizbullaha Libnanê got: Ez bi rêya radyo û televîzyona Komara Islamî ya Îranê bi we ra xeber didim, ji alîyê xwe û wek wekîlê brxwedanê û gelê Libnanê û herwiha hemî tevgerên Mêhwera Berxwedanê hevgirtin, hevxemî û sersaxîyê radigihînim seydayê me rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî û navendên zanistên dînî û berpirsên rêzdar ên Komara Islamî û yek bi yekê gelê xweşdivî yê Îranê û malbatên rêzdar ên wan.

Seyîd HesenNesrullah herwiha bal kişand ser terorkirina 2 fermandeyên mzin şehîd Silêmanî û Ebû Muhendis û ew wek rabûn û jyana dubare ji bo Şoreşa Islamî ya Îranê û Bereya Berxwedanê û hemî tevgerên navçeyê zanî û ew yek encam û bereketa rêvebirîya hekîmane ya rêberê Îranê zanî.

Wî bal kişand ser şehîdbûna Ayetullah Reyîsî û got: Şukur gelê Îranê bi amadebûna li meydanê û çawanîya serederîya digel şehîdbûna Reyîsî û hevrêyên wî û aramîya li Îranê bû mînakek ji bo hemî cîhanê. Dijminên ku bi çavnebarî di kemînê da çavlirê bûn, dîtin ku Îran bi hemî rewşa dijwar a ku pêrgî wê bibû, aram û hevgirtî ye. Cîhanê li beşdarbûna bi milyonan kesî di merasima rakirin û birêekrina meytê şehîd Reyîsî, Emîr- Ebdullahîyan û şehîdên din da temaşe dikir û ev pişikdarîya berfire peyameke xurt ji bo dost û dijminan bû.