Hilbijartina Serokkomariya Îranê li 95 welatan dê were lidarxistin
Hezîran 27, 2024 16:24 Asia/Tehran
Berdevkê Konseya Parêzvana Qanûna Bingehîn a Îranê got: Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê dê li 59 hezar Navendên Dengwergirtinê li nav welêt û li 95 welatên cîhanê were lidarxistin.
Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê biryar e Roja Îniyê 28ê Hezîrana 2024an were lidarxistin.
Hadî Tehan-Nezîf Berdevkê Konseya Parêzvana Qanûna Bingehîn a Îranê got: heyama qanûnî ya dengwergirtinê ya Hilbijartina Serokkomariya Îranê 10 saet e û saet 8ê sibeha Îniyê bi awayê fermî pêvajoya wergirtina dengan dest pê dibe.