Hezîran 27, 2024 17:14 Asia/Tehran
  • Têhran mazûvana Konfiransa Rola Nasnamên Xwecî û Berxwedanê di Avakirina Pergala Nû ya Cîhanî da

Konfiransa Rola Nasnamên Xwecî û Berxwedanê Di Avakirina Pergala Nû ya Cîhanê da bi amadebûna zanyar û pisporên navnetewî li Têhranê dest pê bû.

Ehmed Norûzî Serokê Beşa Dervesînor a Rêxistina Radyo û Televîzyonên Komara Islamî ya Îranê îro di vê konfiransê da got: Ev yekem civîna lêkolînê ya Dezgeha Subh`ê ye ku hewil dide pêngavên piratîkî di pêkanîna têkilîyê di navbera medyayan da rake.

Norûzî amajeyî têgeha ``pergala nû ya cîhanî`` kir û got: zêde ji 8 mehan e ku jînosayd li Xezzeyê didome û Rejîma Sîyonîst bi palpiştîya Amerîakyê cinayetên xwe didomîne; vê jînosaydê bandorê li Pergala Nû kir û Mêhwera Berxwedanê da ber xwe û Filistîn nika di nîveka xeleka Pergala Nû ya Cîhanî da ye.

Ehmed Norûzî Serokê Beşa Dervesînor a Rêxistina Radyo û Televîzyonên Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Ev civîna piştî şehîdbûna Seyîd Ibrahîm Reyîsî Serokê Komara Islamî û Hisên Emîr- Ebdullahîyan Wezîrê Karên Derve yên Îranê û hevrêyên wan tê lidarxistin, lewma meriv nikare rola wan du şehîdên xizmetguzarîyê di pêkhatina Pergala Nû ya Cîhanî da berçav negire û hêvî heye ku rêya ku wan şehîdana dest pê kir, were domand û bigihêje encamê.