Hezîran 27, 2024 17:08 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevanîyê yê Pakistanê: Îran di têkoşîna dijî terorîsmê da li pişta Pakistanê ye

Wezîrê Berevanîyê yê Pakistanê ragihand ku Islamabad ji bo kokbirrkirina terorîsmê li sînorên başûr- rojavaya wî welatî ciddî ye û di jinavbirina vê dîyardeya şûm da ji piştgirîya Komara Islamî ya Îranê sûdmend e.

Xacê Mihemed Asif Wezîrê Berevanîyê yê Pakistanê derbara biryara vê dawîyê ya hikûmeta vî welatî ji bo lidarxistina operasyona leşkerî ya nû bi navê Vîna Xurtkirinê da amajeyî hevkarîyên Pakistan û Komara Islamî ya Îranê di warê têkoşîna dijî terorîsmê da got ku di vê mijara girîng da tu pirsgirêkek di nav bera her du alîyan da tineye û Islamabad ji piştgirîya Têhranê ji bo kokbirrkirina terorîsmê sûdê werdigire.

Wezîrê Berevanîyê yê Pakistanê pêgirî kir ku di operasyona nû da giranîya hewlan bi awayekî taybet li ser tesbîtkirina têkderên ewlehîyê û plandarêjên operasyonên terorîstî ye û bazineya wê operasyonê li her du eyaletên Xêyber- Pextûnxwah û Belûçistana Pakistanê yê were berfirekirin. 

Xacê Mihemed Asif herwiha bibîr xist ku mixabin kêşeya terorîsmê bi giranî bandor li peywendîyên Pakistan û Efganistanê kirîye û dewleta Pakistanê hevkarîyeke kêrhatî ji vî cînarê xwe yê li rojava nedîtîye.