Hezîran 25, 2024 20:43 Asia/Tehran
  • Kenanî: Pişikdarîya berfire di hilbijartinê da garantora jordabirina hêza Îranê li navçê û cîhanê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pişikdarîya berfire di hilbijartina serokomartîyê da, garantora hêza Îranê li navçê û cîhanê zanî.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di peyameke bi rêya şebekeya civakî ya X`ê da nivîsî: Pişikdarîya berfirev ya gel di hilbijartinê da, yê asta şîyan û iqtidara netewî ya Îranê li asta herêm û cîhanê jorda bibe.Kenanî herwiha got: Hilbijarin li Îranê sembola serdestîya gelanî ya dînî ye, pişikdarîya berfire ya gelê Îranê di hilbijartinê da, bilî lîstina rolê ya kêrhatî û dîyarkir di rêvebirina welêt da, yê asta şîyana netewî ji bo pêşdebirina armancên sîyaseta derve jorda bibe.Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Gellek nûçegîhanên medyayên navdar ên bîyanî girîngatîya hilbijartina serokomartîyê fem kirine, lewma hatine Îranê ta ku xwe vê bûyera zef girîng a sîyasî û asta pişikdarîyê û rolwergiritna gelê mezin ê Îranê bibînin û rayî dinyayê bidin.Dewra çardan a hilbijartina serokmartîya Îranê yê di roja înî 8ê Hezîranê da were lidarxistin.

Serepeyv