Hezîran 23, 2024 21:48 Asia/Tehran
  • Piştgirîya Îranê ji rêbaza çendalîkarîyê didome

Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê yê rêya piştgirîya ji çendalîkarîyê û sekinîna himberî yekalîkarîyê bidomîne.

Elî Baqirî -Kenî Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê li rûpela xwe ya şebekya civakî ya X`ê nivîsî: Têhran sibê mazûvana 40 desteyên pişikdarê civîna Wezîrên Karên Derve yên welatên endamê Civata Gotbêj û Hevkarîyê ya Asyayê ye ku Wezîr û rayedarên pillebilind ên 31 welatên endam û Sersekreterên 9 rêxistinên navnetewî yên asyayî di vê civînê da yê amade bin.Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê got ku ev civîna derfet û bingeheke guncave ji bo xurtkirina hevkarîya welatên asyayî û vîn û helwesta welatên hanê ya çendalîkarî û hevkarîyê ray dide û Komara Islamî ya Îranê jî wekî berê yê rêya piştgirîya ji çendalîkarîyê û sekinîna himberî yekalîkarîyê bidomîne.Civîna Şarezayên pillebilind ên Civata Gotûbêj û Hevkarîyê ya Asyayê jî vê sibê li Têhranê dest pê bû.Komara Islamî ya Îranê di sala 2024ê da bû endamê Civata Gotûbêj û Hevkarîyê ya Asyayê û nika serokatîya vê civatê dike.

Serepeyv