Berteka Îranê li himber buxtanên pûç yên Amerîkayê derbarê Yemenê
Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY di nameyekê de bo serokê demkî yê Konseya Ewlehiyê li bara buxtanên Amerîkayê li bara Yemenê, ew bêbingeh binav kir û got: Îranê hertim tekezî ser çareserkirina aştiyane ya qeyrana Yemenê bi rêyên dîplomatîk kiriye.
Emîr Seîd Îrwanî got jî: Komara Îslamî ya Îranê bi micidî tohmetên bêbingeh ên Amerîkayê li dijî Îranê red dike, ji ber ku çendîn caran ragihandiye ku pabendî biryarên pêwendîdar ên Konseya Ewlehiyê ya li ser rewşa Yemenê ye û di çalakiyên ku van biryaran binpê dikin de beşdar nebûye û her tim pêgirî li ser ewlekariya deryayî û azadiya seyrûseferê kiriye.
Wî got: Amerîka û hevpeymanên wê dijî serwerî û yekparçetîya axa Yemenê ku binpêkirina qanûnên navneteweyî, peymana NY û biryarên peywendîdar ên Konseya Ewlehiyê bi tundî binpê dike, pêk anîn û Ev binpêkirinên eşkere aştî û îstiqrara navçeyî dixe metirsiyê, hewildanên ji bo gihîştina çareseriyeke aştiyane li Yemenê asteng dike, û qeyrana mirovî ya dijwar ku welat girtiye girantir dike.
Îrewanî bal kişande ser wê yekê ku Amerîka nikare berpirsatiya xwe di bêewlehiya Yemenê de red bike, lewra bikaranîna taktîkênişkestxwarî û zanyariyên nerast derbarê rewşa Yemenê nikare êrişên Amerîkayê ser serwerî û yekparçeyiya axa Yemenê rewabike