Hezîran 16, 2024 18:34 Asia/Tehran
  • Bila welatên îslamî ji bo sekinandina cinayetên Siyonîstan bibiryar bin

Sergêrê wezareta karên derve ya Îranê li ser vîna welatên îslamî jib o sekinandina cinayetên Siyonîstan li Xezzê pêgîrî kir

Elî Baqirî, li gotûbêja bi rêya telefonê ya li gel Şêx Ebdullah Bên Zayid Alê Nehyan, wezîrê karên derve yê Imaratê, li ser alûgorên herî dawîn ên Xezzê axivî. Sergêrê wezareta karên derve ya Îranê cejna Qurbanê li hikûmet û netewê Imaratê pîroz ki û amajeyî cinayetên hovane yên rejîma dagirkir dijî xelkê Xezze û Filistînê kir û got: Pêwîst e welatên îslamî bona sekinandina demlidest a jînûsayda Siyonîstan li Xezzê û alîkarîya li xelkê mezlûm ê vê navçeyê hemû îmkanên di destê xwe da bi kar bînin.