Bi dengê nûneran; Qalîbaf bû Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê
May 28, 2024 17:41 Asia/Tehran
Nûnerê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê Muhemed-Baqir Qalîbaf nûnerê bijartî yê xelkê Tehranê wek Serokê Meclîsê ji bo dora 12an a Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bijartin.
Li gorî rapora IRNA'yê, Di civîna aşkira ya roja Sêşemiyê, 28ê Gulana 2024an a Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê, piştî dengwergirtinê ji nav Muhemed-Baqir Qalîbaf nûnerê Tehranê, Mucteba Zunnûr nûnerê Qumê û Menûçêhr Mutekî nûnerê Tehranê, Muhemed-Baqir Qalîbaf bi 198 deng ji 287 dengan wek Serokê Meclîsê ji bo Îclasiyeya Yekem a Meclîsa 12an hat tayînkirin.