May 23, 2024 09:27 Asia/Tehran
  • Beşdariya berpirsên welatên cîhanê di merasima rêzgirtin ji şehîdên xizmetguzariyê de

Gelek kesayetî, berpirs û nûnerên welatên cuda duh ji bo rêzgirtina ji şehîdên xizmetguzariyê giheştin Tehranê û beşdarî vê merasimê bûn.

Ji serê sibê heta nîvê roja Çarşemê gelek berpirsên welatên curbicur gihîştin Tehranê û beşdarî merasima rêzgirtinê ji  serokomarê şehîd û hevrêyên wî bûn. 

 Serokê Meclisa Dûmaya Rûsiyê, cîgirê serokkomarê Hindistanê, serokwezîrê Hindistanê, wezîrê Pakistanê, cîgirê serokwezîrê Çînê, cîgirê serokwezîrê Sirbistanê, Îmam Elî Rehman, serokkomarê Tacîkistanê, serokkomarê Tûnisê, serokwezîrê Iraqê, Mîrê Qeterê, serokwezîrê Ermenistanê, serokwezîrê Gurcistanê, wezîrê karên yê Belarusê, Cîgirê Serokomar û Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Wezîrê Navxwe yê Venezuela, Serokwezîrê Sûriyê, Sameh Şukrî, Wezîrê Derve yê Misrê, Serokê Parlemana Ozbekistanê, Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê, Serokê Parlemna Lubnanê, Wezîrê Derve yê Kuweytê, Wezîrê Derve yê Îmarat, Wezîrê Derve yê Uman, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, Wezîrê Derve yê Efxanistanê, Îsmaîl Heniye, Serokê  polîtboroya tevgera Berxwedana Filistînê, Cîgirê Sekreterê Giştî Hizbullaha Lubnanê, Serokê Parlemana Kazakistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nîçervan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qobad Talebanî jî di nav wan rayedarên ku ji bo sersaxiyê, rêzgirtina ji bo şehîdan û beşdarî merasîmê oxirkirinê li Têhrabê bûn.

Serepeyv