Peyama sersaxiyê ya rêberê inqilabê û ragihandina 5 rojan şîna giştî piştî şehîdbûna serokê Komara îslamî ya Îranê şanda pê re/Muxbir bi fermana rêberê inqilabê bû rêveberê desthilata kargêriyê
Hezretê ayetulah Xamineyî di peyamekê de bi boneya şehadeta Hocet-ul-Îslam welmuslimîn Seyda Îbrahîm Reîsî, serokê komara îslamî yê Îranê, Dr. Emîr Ebdullahiyan, wezîrê karên derve, Hocetul-Îslam welmuslimîn Alê Haşim, Nûnerê rêberê giranqedr li Azerbaycana Rojhilatî, Dr.Rehmetî parêzgarê Azerbaycana Rojhilat û rêhevalên wan ên hêja di encama jordeketina helîkopterê de hevxemiya xwe da diyar kirin
Naveroka peyama sersaxiyê ya Rêberê Înqilaba Îslamî wiha ye:
bi navê Xwedê
Înna Lîllah û Înna Îleyhê Raciûn
Bi keser û xemgîniyeke zêde min nûçeya şehadeta alimê Mucahîd, serokkomarê gelanî , têkoşer û pispor, Xadim El-Reza(s) Hucet ul-Îslam welmuslimîn, Ayetullah Reyîsî, Rêzdar Hac Seyîd Îbrahîm Reîsî û hevriyê wî yên hêja wergirt.
Bûyera diltezîn di dema xizmetguzariyê de qewimî; Tevahiya heyama berpirsyariya vî mirovê hêja û fîdakar çi di heyama kurt a serokkomartiyê de û çi jî beriya wê,yekser bi hewlên bê rawestan di xizmeta gel, welat û Îslamê de derbas bû.
Reîsiyê ezîz westiyayî nas nedikir. Di vê bûyera diltezîn de, gelê Îranê xizmetkarekî sadiq û hêja û bilindqedr ji dest da. Ji bo wî mesilhet û razîbûna xelkê, ku razîbûna Xwedê nîşan dide, pêş her tiştî giring bû , lewra acizbûna wî ji nanserçokî û tiniştokên hinek kesên çavnebar, rê li ber yhewildanên wî yên bi şev û roj bo pêşketinê nedigirt.
Di vê bûyera giran de, kesayetiyên binavûdeng ên wekî Hucet ul-Islam Al Haşim, Pêşnimêjê Tewrêzê, birêz Emir Ebdullahiyan, wezîrê derve yê çalak û têkoşer, birêz Malik Rehmetî, parêzgarê inqilabî û dîndar yê Azerbaycana Rojhilat û tîma geşta esmanî û rêhevalên din çûn ber rehma xwedê û şehîd bûn.
Ez pênc rojan şîna giştî radigihînim û sersaxiyê ji gelê hêja yê Îranê re dixwazim. Li gor maddeya 131 a destûra bingehîn, birêz Muxbir di posta rêveberiya desthilata kargêr de cih digre û ew erkdar dibe ku li gel serokên Teşkîlatên Qanûndanînê û Dadweriyê tidbîrekê bikin ku herî zêde di heyama pêncî rojan de serokkomarê nû bê hilbijartin.
Di dawiyê de ji dil sersaxiyên xwe pêşkêşî dayîka giranqedr a birêz Rêyîsî û hevjîna wî ya fazil û malbata serokkomar û malbatên hêja yên şehîdên vê bûyerê bi taybetî bavê hêja yê birêz Alê Haşim dikim û ji xwedê teala daxwaza sebir û teseliya bo malbatên wan û rehmetê bo ji bo miriyan dikim.