Peyama sersaxiyê ya Hamasê bo rêber û gelê Îranê piştî şehadeta serokê Komara îslamî ya Îranê
Piştî şehadeta Seyîd Îbrahîm Reîsî serokê Komara îslamî ya Îranê û şanda pê re di encama bûyera jordeketina helîkopterê de, tevgera Hamasê bi gel û dewleta Komara Îslamî ya Îranê re hevxemiya xwe da diyarkirin.
Tevgera Hemasê vê sibê bi dayîna daxûyaniyekê şehadeta Seyîd Îbrahîm Reîsî, Serokomar, Husêyn Emîr Ebdullahiyan, Wezîrê Derve, Mihemed Elî Alê Haşim nûnerê rêberê qiranqedr û pêşnimêjê Tewrêzê û Malik Rehmetî parêzgarê Azerbaycana Rojhilatî di encama bûyera jordeketian helîkopterê li bakûrê rojavaya Îranê sersaxî da rêberê Înqilaba Îslamî ayetullah Xamineyî û gelêÎranê.
Hamasê li vê daxûyaniyê de ji piştgiriyên cidî yên van şehîdan ji têkoşîna gelê Filistînê li dijî Rêjîma Siyonîst û hewildanên berdewam ên wan ji bo pêkanîna hevgirtinê di warê berevaniya ji xelkê Xezeyê di bin siya operasyona bahoza Al-Eqsayê de destxweşî kir.