Nîsan 30, 2024 23:00 Asia/Tehran
  • Edmîral Îranî: Hêza Deryayî ya Artêşê ewlehiya aborî ya Îranê garantî kiriye

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got, kompapûrên vê hêzê li avên dûredest bi skortkirina keştiyên bazirganî û niftkêşan, ewlehiya şademara aborî ya welêt dabîn kirine.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Emîr Edmîral Şehran Îranî Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê li Festîvala Çandî-Hunerî ya Roja Neteweyî ya Kendava Farsê tevî şirovekirina mêrxasiyên têkoşerên îslamê di serdema heşt salan Berevaniya Pîroz (şerê sepandî yê rejîma Beis a Iraqê dijî Îranê di dehsaliya 1980î da) ji xwendekarên zanîngehên efseriyê ra got: Kendava Farsê ji bo Hêza Deryayî gellekî pîroz e û îqtidara Îranê ya îro hasila xwîna wan şehîdan e ku wê qonaxê bi dil û can şer kirin û bi berxwedana xwe, îqtidara Îrana Îslamî ji hemiyan ra nîşan dan.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi hemasesaziya têkoşerên vê hêzê di salên raborî da got: Hewldana Hêza Deryayî ya Artêşê dewama rêka pirr-şanazî ya deryadilan ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê li avên welêt û navneteweyî ye.

29ê Nîsana 2024an salroja derxistina îti'margerên portegalî ji avên başûrê Îranê di sala 1622an da wek Roja Neteweyî ya Kendava Farsê hatiye binavkirin.

Serepeyv