Nîsan 29, 2024 17:51 Asia/Tehran
  • Çavdêrê Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê ji komên çekdar ên Kurd re: Carekê yekser ragehînin ku şerê li Rojhilata Navîn bi dawî hatiye

Çavdêrê Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê ji komên çekdar ên Kurd re ragehand ku em  hişyariyê didin van partî û komên çekdar ku hay ji xwe hebin ku  zarok û nûgîhayên kurd  nekin emrazê  lîstikên xwe.

Sefera vê dawiyê ya serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bo Iraq û Herêma Kurdistanê di nav aya giştî û  û helbet li gor tişta ku nav medyan hat hilêxistin, li ser du mijarên avê û rawestama li himber PKK bû.Ev sefer piştî 13 salan cih hat. Li gor zanyariyên belavbûyî di nava medyayên curbicur û sercem  alûguên meydanî, niha eşkere bûye ku Tirkiyê niha li Herêma Kurdistana Iraqê baregehên leşkerî hene û di warê siyasî û aborî de bandoreke  zêde  nav rayedar û hikimdarên vê herêmê heye.Bêguman ev baregeh û qereqol bêyî destûra hikûmeta navendî ya Iraqê hatine çêkirin û lewma  dikarin bêjin kiryara Enqereyê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û dewleta Tirkiyê ji lawaziya dewleta navendî sûda xirab wergirtiye  û hewil dide bi hinceta hebûan PKK û komên çekdar ên girêdayî wê, mayîna xwe li herêmên bakurî yên Iraqê berfireh bike. Hin kes vê siyaseta Tirkiyê ji ber  daxwaza  hertimî û dîrokî ya Enqerê  ji bo zêdekirina herêmên dîrokî yên Osmaniyan ser axa xwe dizanin. Tirkiyê jî ev siyaset li herêmên kurdnişîn ên Sûriyê meşand û ew jî di ev herêm di pratîkê de ji aliyê Tirkiyêve hatine dagirkirin.

Pir eyan e ku  ku Herêma Kurdistana Iraqê xwediyê hikûmeteke federal a  lawaz  û sist û pist e û rastî gelek  kêşeyên ewlehî, siyasî û aborî hatiye. Yek ji van kêşeyan jî ew e penadayîna bo  komên opozîsyon ên mîlîtanên kurd ên dijberlê Îran û Tirkiyê ye, ji ber vê yekê Îran û Tirkiye her yek bi stratejî û taktîkên xwe  yên taybet hewl didin li ser çavkaniya metirsiyê êrişî gefên van komên çekdar bikin. Êrişî ser wan gefan bikin. Piraniya ev komên çekdar ên kurd bi agehdarî û îzn û heta piştgiriya ermî ya hikûmeta herêmê li cihên curbicur ên herêmê de ne an jî ji bê desthilatî û lawaziya herêmê îstifadeya xirab dikin û Herêm jî hêz û şiyana rûbirûbûna bi van koman û parastian sînorên xwe bi Îran û Tirkiyê re tine. Îran bi îmzakirina peymaneke ewlehiyê bii hikûmeta navendî ya Iraqê re, tevî kbênirxkirina rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê,  komên şerxwaz û çekdar ên kurd ên dijberê Îranê mîna HDKÎ, Komala û PAK û .... ber bi bêçekkirin û vekişîna ji sînorên xwe  ve kişandin ku heta radeyeke zêde serketî bû, û Tirkiyê  jî bi mayîna xwe ya leşkerî li nav axa Herêma Kurdistanê û pêkanîna  bi dehan operasyonên leşkerî bi xwefiran dijî PKKê û şaxên wê yên din, gelek giregirên wê kuştin û derbeyên  giran li wan xist.Niha hem PKK û hem jî komên  din ên çekdar ên wek Pak, PJAK, Komele  rastî  lawaziya hêza mirovî , daketian asta hebandîbûna xwe û gelek  kêmasiyên  di pêkhata xwe û di  beşên leşkerî û mirovî hatiye  û îdeolojiya van koman  êdî qet balkêş nîne û êdî  nikare ciwanên Kurd bixapîne û  hêza wan operasyonê jî pir lawaz bûye.

Rastiyek jî ku ji çavê analîzoran dûr û veşartî maye  ew e ku di rewşeke wiha de kî dibin gorrî û kî dibin armanca mûşek û êrişên li dijî van komên çekdar?! Êrişên Tirkiyê di pratîkê de, serweriya neteweyî û yekperçetiya axê ya Iraqê binpê kiriye, daristan û xwezaya herêma Kurdistanê xera dike lê hikûmeta herêmê tam pasîv û xemsar maye.Goriyên van êrişên Tirkiyê  ev ciwan in ku ji aliyê PKK û komên din ên çekdar ve têne xapandin û gunehê wan tune, Lê sûcdarên sereke serokên van komên çekdar in.

Di encama van êrişan de  bê guman  xelkê sivîl, binesaziyên curbecur li herêmên kurdnişîn ên Iraqê ziyan dîtine. Ji aliyê din ve, zarok û nûgîhayên kurd ku gelek caran ji ber kêmasiyên aborî û çandî û kelecana ku ji propaganda torên civakî yên van komên çekdar hatine xapandin û tevlî pêkhateya firqeyî û hilweşyayî ya van koman bûne. Lewma Çavdêrê mafên mirovan a Kurdistana Îranê, tevî diyarkirina dilnigeraniya xwe  ji pêkhatina karesateke mirovî, hişyariyê dide rêxistinên mafên mirovan û hikûmetên Îran, Tirkiye, Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistanê ku bilez tevî rawestandina xebat û çalakiyên ku nîşana karesateke tam in hevalbendiyek ji bo pêkanîna aştiyê pêk bînin û hemû zirûf û şiyanên siyasî di rêyarawestandina şer û aloziyan de çalak bikin.

DAIŞê li Rojhilata Navîn  têra xwe aramiya derûnî ya civakê li hev xistiye. Rojhilata Navîn û welatên wê êdî nikarin çalakiyên komên çekdar ên Kurd tamûl bikin! Pêwîst e çalakiya van koman bê rawestandinku berteka leşkerî ya Tirkiyê û Îranê jî bi dawî were. Em hişyariyê didin van partî û komên çekdar ku hay ji xwe hebin ku  zarok û nûgîhayên kurd, keç û lavannekin amûrên lîstikên xwe.Gelo   bi salan şer û xwînrijandinê ji bilî gorrîkirina bi hezaran kurd û kesên  nekurd tiştekî din jî bi dû xwe re aniye? Hasilê zêde ji 5 dehekan şerê li himber hikûmeta navendî, ji xeynî kuştin, revandina mirovan, xapandina jin û mêran û istandina bêş û bertêlan jiyan a li Çiyê çi hebûye ? Çima PKK derbarê destkevtên vî şerê  bi xwîn  şiroveyan nade? Gelo  wê kariye  hin deverên Tirkiyê ji  destê hikûmeta navendî rizgar bike? Gelo wê kariye kursiyên zêdetir li parlemana  Tirkiyê bi dest bixe? Gelo ev şerê bi xwîn bûye sedema pêşketina zêdetir li herêmên kurdnişçîn ên Rojhilata Navîn? Çavdêrê Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê teqez radigihîne ku eger  PKK, Demokrat, PJAK, PAK û Komle û pevçûna komên Kurd bi dewleta navendî ya Îranê re nebûya, wê herêmên kurdnişîn ên Îranê gelek  ji niha pêşketîtir û ewlehtir bûn.Eger ev komên çekdar ji bo hegera 45 salan şer û rijandina xwînê bersiveke zelal û belgemend hene, bila şiroveyan bidn xelkê û eger bersiva wan tine, ku rewşa niha nîşan dide, destkevtek tine ku were gotin ji viya zêdetir ev lîstika qirêj, şêr, kuştin û xapandina ciwanan berdewam nekirn.Wêrek bin û dawiya  vî şerê bêhasil ragihînin. 

 

 

Serepeyv