Nîsan 24, 2024 18:19 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê tekezî li ser xurtkirina peywendiyên navbera Îran û Srîlankayê kir

Reîsî li merasima destpêkirina xebata pirojeya mezin a çendarmancî ya "Omaviya" li Srîlankayê got: ev proje sembola hevgirtin, bihêzkirina dostaniyê û cihê şanaziyê ye ji bo hikûmetên Îran û Srîlanka û destpêka geşepêdana têkiliyên berfireh di navbera her du welatan de ye.

Seyîd Îbrahîm Reîsî  îro nîvro li merasima destpêkirina xebata  super projeya çend armancî ya "Omaviya" li Srîlankayê ku yek ji mezintirîn projeyên hinartina xizmetên teknîkî- endazyarî yên Îranê ye, ragihand ku Îrana Îslamî bi palpiştiya hêza ya  teknîkî û endazyariya xwecihî di halê cîhanîna projeyên mezin li 20 welatên cîhanê  ye. 

 Wî her wiha teqez kir: destpêkirina vê projeyê sembola hevgirtin,  peywendî û xurtkirina hevaltiya  û sedema fexr û şanaziya du welat û du neteteweyan e. 

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê îşana  hevgirtin, hevdilî û hevrêtiya her du welatan û du gelên asiyayî ji taybetmendiyên giring ên vê projeyê da zanîn û destnîşan kir: destpêkirina vê bendava, hêzgeh û tûnêla veguhestina avê sembila viyana her du welaan û du gelan e ku dixwezin bi şiyan axwe ya xwecihî, tenahiya we dabîn bikin. 

Ranil Wikeremesinge serokomarê Srîlankayê jî sipasiya xwe ji bo hevkarî û hewlên Îranê li cîbicîkirina vê pirojeyê nîşan da û destnîşan kir: Bêyî teknolojiya Îranê, pêkanîna vê pirojeyê ji bo me ne pêkan bû. We karî karekî mezin ji bo paşeroja Srîlankayê bikin û diyar kir ku şarezatiyên teknolojîk ên Îranê îro di cîhana nûjen de têne nasîn û destnîşan kir: Îran nimûneya welatekî ye ku kariye gelek pêşketinan bi xwebawerî bi dest bixe. Serokomarê Îranê îro li ser vexwandina fermî ya hevtayê xwe yê Srîlankayê sefera vî welatî kir.

 

Serepeyv