Nîsan 14, 2024 15:57 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Gumêza hesinî nekarî bi awayekî berçav li hember operasyonên me raweste/ Bersiva Îranê li hember her kiryarekê dê pir mezintir be

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar diyar kir ku em naxwazin operasyona xwe li dijî Îsraîlê berdewam bikin.

Li gorî bawera me operasyon bi dawî hatiye û diyar kir: Operasyona Îranê  di asta tenbêkirinê bû, bersiva Îranê li hember her kiryarekê dê gelek mezintir be.
Baqirî got: Sedema vê operasyonê derbasbûna Rêjîma Siyonîst ji xeta sor bû ku bi tu awayî ji bo me nayê qebûlkirin.

Wî her wiha  got: Eva ku Rejîma Siyonîst beşa konsulî ya balyozxaneya me bike armanc û şêwirmendên me yên qanûnî yên ku li ser vexwendina dewleta Sûriyê li wî welatî amade bibûn, şehîd bike, derbaskirina hêlên sor bû ku ji bilî du-sê welatên alîgirê Rejîma Siyonîst  ew şermezar kirin.

Serok erkanê Giştî ya Hêzên Çekdar tekez kir: Ev kiryar diviya bersiva wê bihata dayîn û Rêberê qedirbilind jî got ku divê ev etnbêkirina cih were û şukir ji xwedê re ev operasiyona hanê bi hewldanên hêzên pasdarên Inqilaba Îslamî hate encamdan.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar herwiha got: Heger Rejîma Siyonîst operasyoneke din pêk bîne, bersiva me dê berfirehtir be. Me hewl da ku operasyoneke di asta tenbêkirinê cih bînin, me  navendên xelknişîn nedan ber êrişan û  teqez em amade ne ku axa xwe biparêzin.

 

Serepeyv